Günay Afrikalı sanatçı oyun yazarı, tasarımcı, yönetmen Brett Bailey’nin kaleme aldığı 2014 Dünya Tiyatro Günü bildirisini Kürt Tiyatrosu adına çevirmen, oyuncu, seslendirme sanatçısı Hilmi Demirer çevirdi ve okudu.

Daxuyannameya  27’ê Adar’a 2014’an, Roja Şanoyê ya Cîhanê

a Birêz BRETT BAILEY;

Ruhê pêşaniyê ku ne mimkune bi ser de girtin, di her civînên mirovan de diyar dibe.

Li bin darên gundikan, li şanoyên ku bi xwedî teknîkên pêşketî yên metropolên tomerî; li salonên dibistanan û li zevîyan û li perestgehan; li taxên derveyî bajêr, li meyandanê bajaran, li navendê civînan û li qatên jêrzemîn li herêmên xizan de tevlîhevîya nifşên mirovan, curbicurîya wan, hebûna bi xwîn û can bi xeydoktîya wan, bi henasên xwe, ji bo dengê dembihêrkan, afirandina bi emrekî kin di alema şanoya xwe de nêzî hêv dibin.

Armanca civîna me girîn û bi bîr anîn e; kenîn û ketina fikir û ramanan e; hîn bûn û pesend kirin û nîgaşkirin e. Şaşwazî bûna li hunerên teknîkî, niwandina îlahan e, bedewî û dilovanî û li hember me ya hêza afirandina cinawiran, ji heyranîyê bi hev re lê bêhn çikandinbûn e. Em li wan deran ji bo zêdekirina enerjîya xwe û   ji bo hê hêzdartirbûnê dicivin. Xwedî derketina çandên me yên cuda cuda û ji ber  ji holê rakirina tixûbên di navbera me de.

Ruhê pêşanîyê ku ne gengaz e bi ser de girtin, di her civînen mirovan de diyar dibe. Ku çavkanîya wan ji taybeymendîyên hevpar tên,  maskeyan bi xwe ve dikin ji kevneşopên me yên cihêreng û dikevin dilqan. Ziman û ahengên me, dikeve bin xizmeta livên destan, di nav civata me de valayîyeke hevbeş diafirîne.

Û em jî, bi vê ruhê qedîm ve hunermendên ku hevkarîyê dikin, wêna li dilên me, li  ramanên me û li bedenên me, em bi bêgavî pejirandina dehandinê de pê dihisin.   Bi vî awayî em hêmû derfetên û bi nehênên têr ronî ve, yên rastîn dîyar dikin.

Werin binerin ku, di vê serdemê de bi milyonan mirov ji bo hewldana jiyana mayînê, pergalên zordest û di lepê hovîtîya kapîtalîzmê de êşan dikşîn in, ji lihevxistin û tehdeyê ji hev direvin; hêzê veşarî dest diavêjin ser jiyana mirovan û gotinên me bi rêya hikumetên bêrûmet ve mehremîyet tên sansûrkirin; daristanan tên xelaskirin, celebên zîruhan kêm dibin, okyanûsan tên jehrdan; Edî çi maye ji bo bêgavîya aşkere kirinê?

Di vê dinê de hêzan ne wekhev in. Pergalên serdestî yên cuda yek netewe ye, tek nijad, tek babet, yek tercîha cinsîyetê, tek ol, tek bîrdozî yê, yek derdoreke çandî ku daxwaza hewla serdestî, ya li ser yên din ve, me hemûyan bi zorê didin pê bawerkirin. Li dinyayeke welê de, di navbera huneran û civakê rojevan de, ji bo hewldana bêpêwendîyê serhişkî dikin; bi rastî, ma ev ne hêjayî awayeke parastina tevgerînê ye?

Em ku hunermendên arenayan û şanogehan, gelo tevgera me li gor berjewendîya sparîşên pîyasayê ne ? Hekana bi hêza ku di destê wan de bi awayeke qewîn li dilê civakê û di serê wan de vekirina cihekî pak, em li derdora xwe mirovan kom dikin, îlham û efsûn didin wan, û agahdar dikin. Axirê, gelo em dikarin hêvîyekê û cîhaneke hevkarî bi safê dile xwe biafirîn in ?

Wergera Kurdî: Hilmî Demirer   Adar.20.2014

CEVAP VER

Please enter your comment!
Please enter your name here